subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu bo Xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘Eden nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen ahûya deşta Tetarê rehzena aska xeten horiya baxê beheştê çav xezala kê yî tu qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav dax û kovana evînê sotî canê min tevav extera subha se’îd î reşrihana ta belav filfila hindûstanê zulf û xala kê yî tu ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed çengelek avête dil kun kir li min dad û meded qelbekî hişk û sufa...
"Çiçeğin açması da bir tür şiir belki - Bilmiyorum"