Sedan sal e Di mala xwe yî wêran de Ez pisîka kor î kuncikê midbexa siltan im Sedan sal e Hewş û ber hewşa min vala ye Li ber deriyê dizên xwe pasewan im. Sedan sal e Weke çengek dan Aşê dîrokê ez avêtime Her çar dorê'm qulên gêrika ne û Mûrî dev dane nava min Sedan sal e Tasa serê'm minare ye Kî tê û dengê xwe tê de hildide Sedan sal e Niştimana min nêrgele ye Kî tê li devê xwe digire Sedan sal e Li ber derê tekiya dinê Cotek solên bipîne me Kî min li xwe dike Ji bo wî me Sedan sal e Piştî terîşekê Têm avêtin Sedan sal e Piştî pînekê Min li xwe dikin Ez pişteke birîndar im Li ber qamçiyê xwe rabûme Ez lehiyek bêxuy im Li ber keviyan rabûme Ku dor li min teng kirine Ez danaynim! Careke din ranazim ez Bê aram im Arama min çirayek bû Bareşê dora min Xwîna wê rijand Bê rehm im Rehma min deryayek bû Bi yek bêhnê vexwarin ew Ez danaynim Careke din ranazim ez Ku ez dan bim Kanî îmkan? An ez an mûrî! Ku ez xwîn bim Kanî îmkan? An ez an ...
"Çiçeğin açması da bir tür şiir belki - Bilmiyorum"